Admin Admin
المساهمات : 3 تاريخ التسجيل : 20/06/2019
| موضوع: Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn الأحد يونيو 23, 2019 4:23 pm | |
| [right] Li ser kenarên aramiyê
Şev hêsran dide hev xwe li ser hev kom dike mîna awazeke bazdayî dil mîna stranê cot dike tiliyên xwe dike şorbeya mirinê dem berve valahiyê diçe toza pirsê dalêse li ser pişta gerestêrkê pêkenokên xwe yên zuha belav dike bê ku guhên xwe bide şopên penaberan yên ji welêt derdikevin welatek axînê hembêz dike ji pezên xwe re zengilê lêdixe û ji şivana re qurşînan berdide cureyên dojehê li ser tabûrên xwedan rihan dabeş dike yên kêrên xwe tûj dikin û gotinên xwe yên şîrîn bi bandor dikin li ser zewacê pirjinî li ser ew kesên ji ol derketî kesên barkirî li buhiştê amar dikin dînîtiya wan li ser tabloya dînan ezber dikin çîroka binax kirina buharê bi xwînê fetistî datînin ji mirinê re li cem keriyan bextek heye û ji birêzan re nalînên qehfan pepûkiya axînan di kokên xemê de sihên ademîzadên yên xwe mîna ewrekî biyan dixirxirandin xewnên xwe piştî mirinê şêwe kiribûn ketin bîrê buharê nankoriya xwe diyarî wan dikir ji wan re çavên gulan û şahiya koleyan ji koka xemgîniyê re pergala pîzotê dema nepeniya xwe ji dilan re dibêje cadeyên min xema rojava kovanê rojhilat derbas dike li ser xewnên lorînê dinivîsê bi aşîtiyê dirame tevî ku di penaberiyê de ye û bi şahiyê dirame tevî ku hatiye kuştin ew keçeke cadeyên xemsariyê derbas dike banga xwedakê di hundirê xwe de dike giyanekî xwe ji hestî û çavan re ditewîne ey mirov ji amar kirina kînên te re dem binkeft nalînê carek din tu dizî cîgeh û dem dizî heta ku tu mîna kacê biwestî berve wî biçe wî bixwe mîna ku li te dimeyzîne di wî de ew nalîna newêrek mîna çiyayên hişmend berz bike bibe ew mirov çendîn evîn girs e çawa me wekî qamkurt dike li pêş xwe bi kel û girî ji me re dibêje hûn mezin nabin hûn mezin nabin ey genimê xapînok zikreşiya xwe li ser min rake ez nema ji rengê zer hezdikim li ser kevîkên aramiya bêhiş sêwirek zîrek derbas dibe xwe ji asoyê re ditewîne li argona ramanê digere li ser zemînê girs e xwe bi ramana mezin germ dike ji bo bi tenê nestire li ser kenarên nîgaşa bumbekirî ev sêwiran derbas dibe li ber kevîkên çema porsipî dilsar e. Mîna welatekê bi êşan dudil e di elendê de gewriya xwe didaqurtîne henaseberdana xwe piştî sibehê dihêre dema berêvarê mada xwe cot dike bi gemiya şevê re dikeve bezê bihnên xwe dikşîne mîna rebenan li ber aramiya bêhiş distire hest wî li ber xwe dibe şermiya wî birîn dike riwê nezaniyê ji bêhişbûna wî dibe ev sêwir dergehên koçkirinê li xwe dike dema xwe ji asoyê re ditewîne li dij zemînê radibe argona ramanan pêketî dihêle li ser kenarên aramiyê. [/right
] | |
|