Kombûna Zanyarên Azad
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
Kombûna Zanyarên Azad

doza cîvakeke azad dike, armanca wê kombûna zanyaran li her deverên hebûnê rêveber: Rêber Hebûn https://reberhebun.wordpres
 
الرئيسيةالرئيسية  أحدث الصورأحدث الصور  التسجيلالتسجيل  دخول  

 

 Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
Admin
Admin



المساهمات : 3
تاريخ التسجيل : 20/06/2019

Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn Empty
مُساهمةموضوع: Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn   Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn Emptyالأحد يونيو 23, 2019 4:23 pm

[right]Li ser kenarên aramiyê


Şev hêsran dide hev
xwe li ser hev kom dike
mîna awazeke bazdayî
dil mîna stranê cot dike
tiliyên xwe dike şorbeya mirinê
dem berve valahiyê diçe
toza pirsê dalêse
li ser pişta gerestêrkê
pêkenokên xwe yên zuha belav dike
bê ku guhên xwe bide şopên penaberan
yên  ji welêt derdikevin
welatek axînê hembêz dike
ji pezên xwe re zengilê lêdixe
û ji şivana re qurşînan berdide
cureyên dojehê li ser tabûrên xwedan
rihan dabeş dike
yên kêrên xwe tûj dikin
û gotinên xwe yên şîrîn bi bandor dikin
li ser zewacê pirjinî
li ser ew kesên ji ol derketî
kesên barkirî li buhiştê amar dikin
dînîtiya wan
li ser tabloya dînan ezber dikin
çîroka binax kirina buharê bi xwînê fetistî datînin
ji mirinê re li cem keriyan bextek heye
û ji birêzan re
nalînên qehfan
pepûkiya axînan
di kokên xemê de
sihên  ademîzadên
yên xwe  mîna ewrekî biyan dixirxirandin
xewnên xwe piştî mirinê  şêwe kiribûn
ketin bîrê
buharê nankoriya xwe diyarî wan dikir
ji wan re çavên gulan
û şahiya koleyan
ji koka xemgîniyê re
pergala pîzotê
dema nepeniya xwe ji dilan re dibêje
cadeyên min xema rojava
kovanê rojhilat derbas dike
li ser xewnên lorînê dinivîsê
bi aşîtiyê dirame
tevî ku di penaberiyê de ye
û bi şahiyê dirame
tevî ku hatiye kuştin
ew keçeke cadeyên xemsariyê derbas dike
banga xwedakê di hundirê xwe de dike
giyanekî xwe ji hestî û çavan re ditewîne
ey mirov
ji amar kirina kînên te re
dem binkeft
nalînê carek din tu dizî
cîgeh û dem dizî
heta ku tu mîna kacê biwestî
berve wî biçe
wî bixwe mîna ku li te dimeyzîne
di wî de ew nalîna newêrek
mîna çiyayên hişmend berz bike
bibe ew mirov
çendîn evîn girs e
çawa me wekî qamkurt dike li pêş xwe
bi kel û girî ji me re dibêje
hûn mezin nabin
hûn mezin nabin
ey genimê xapînok
zikreşiya xwe li ser min rake
ez nema ji rengê zer hezdikim
li ser kevîkên aramiya bêhiş
sêwirek zîrek derbas dibe
xwe ji asoyê re ditewîne
li argona ramanê digere
li ser zemînê girs e
xwe bi ramana mezin germ dike
ji bo bi tenê nestire
li ser kenarên nîgaşa bumbekirî
ev sêwiran derbas dibe
li ber kevîkên çema porsipî
dilsar e.
Mîna welatekê bi êşan dudil e
di elendê de gewriya xwe didaqurtîne
henaseberdana xwe piştî sibehê dihêre
dema berêvarê mada xwe cot dike
bi gemiya şevê re dikeve bezê
bihnên xwe dikşîne
mîna rebenan
li ber aramiya bêhiş distire
hest wî li ber xwe dibe
şermiya wî birîn dike
riwê nezaniyê ji bêhişbûna wî dibe
ev sêwir
dergehên koçkirinê li xwe dike
dema xwe ji asoyê re ditewîne
li dij zemînê radibe
argona ramanan pêketî dihêle
li ser kenarên aramiyê.
[/right
]
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
https://kombun.ahlamontada.com
 
Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
» bajarên tozê, Rêber Hebûn

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
Kombûna Zanyarên Azad :: الفئة الأولى :: المنتدى الأول-
انتقل الى: