Kombûna Zanyarên Azad
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
Kombûna Zanyarên Azad

doza cîvakeke azad dike, armanca wê kombûna zanyaran li her deverên hebûnê rêveber: Rêber Hebûn https://reberhebun.wordpres
 
الرئيسيةالرئيسية  أحدث الصورأحدث الصور  التسجيلالتسجيل  دخول  

 

 bajarên tozê, Rêber Hebûn

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
Admin
Admin



المساهمات : 3
تاريخ التسجيل : 20/06/2019

bajarên tozê, Rêber Hebûn Empty
مُساهمةموضوع: bajarên tozê, Rêber Hebûn   bajarên tozê, Rêber Hebûn Emptyالسبت سبتمبر 07, 2019 10:52 am

https://www.youtube.com/watch?v=YhCPIm_mqrs
Bajarên tozê

dirêj li te dinêrim
ey ewra min a koçkirî
êdî ez ji sibehê ditirsim
ji êvarê diwestim
bûm kaniyeke av
nepeniyên wê zuha bûn
zelalbûna wê miçiqî
ewra min
ey şoreşa min
têkeve hundirê min de
ji bo jiyana xwe bidestxînim
li ser têla peyvan
li ser awazê
ketina te ya dilpijok bidim
dînîtiya xwe xelatî min bike
bide min şerpîna xwe
da ku şiyar bibim
ji ber ku ez vebûna xunava buharê me
herikandina xwînê di damarê de me
şoxa min vegerîne
da ku ez mîna helbestê biweşim
ser bihoka giyanê
ji bo ji tariya odeya xwe findan pêxînim
têkevim asîmana axaftinê
li warê valahiyeke girs
fîxan bidim
ji şeydabûnê bêhiş dibim
di paş qurzîkên fereh de xwe vedişêrim
ji bo te li ser daketina xwarê bihêvojim
ey ewra min
ji te hez dikim
çi berg be
an cakêt
an pantorekî
li xwe bike
an min li xwe bike
çavên min balkona te ye
û destê min jî derpoşa te ye
de bi min re asta herî bilind ji dînîtiyê pêk bîne
ezê li te siwar bim
dibe bibim keskesorek
an kevanek
dibe ku ez bibim dem û cih
bibim burcekî bi mezinahî û dînbûnê dagirtî
ji bo ku bi dirêjdem bikevim
û berken bibim
berî erd hest bibe
bi sîmfoniya ketina min
ev cîhana dewlemend
mîna şokolata koçbûnê
tariye mîna çavên te
ey ewra min a koçkirî
êdî vegere
ji ber ku berêvar vegeriya
xweziyên îlonê
ji hêsran re naura xeyalê vedike
mîna meya di peyalê de
di rakêşana memikê te de hestekî bi hişê stêrka rijî dileyze
tirsa memikê dirajim
gilêza derzên rewek
palgehên striha genî
ji bo pê mezinahiya lêv
qirecirên avrêjê
birîna şewatan
şiyar bikim
qêrîna temaya xwe vedimrînim
bi dilroşbûna xwe ya giran
da ku roniya sermedî biçespînim
ji binefşa dilşikestî re vedigerim
ku min bi nazikbûna xwe wêran bike
narvîna kavilê xwe bi siha agirê min dide
ta bigihêje kûrahiya deryayê
bi hêsrbûna qûmê.
min pirên tengavê ji biniya talanbûnê derbas dikirin
li jêrî dojeha min binefşeke
li ser xewnên dilpijok radiweste
windabûna riwê sor ji qerenfîla ku bi dildarî hatiye şewandin
cihê mixabiniya min e
dojeha min barê dojeha te dikşîne
ji bilî zenga xwe, ti xelatî ji xirêna te re ranakim
birçîbûna xwe bide min
dibe ku tariyê bidest xwe xînim
min êş xwarin bide
ta bibim mêr
ziquma te buhişta dînîtiya min e
ji bîr neke ahîna min a nixumî
ji a vereşiya nalîna min derbas kirî
pepûkiya xwe ya hilandî diyarî wê dikim
seqema awirên xwe xelatî min bike
di talîzoka girtîgeha xwînbûyî de
ezê hêsra xwe berdim mîna qurşînê li ser deverên bêdengiya te
dengê te bi dînbûneke bi merhemt bipêçim
vedenga henaseyên te bimijim
sertbûna şêlobêliya min a gunehbar
li ser riyên reş
bi sermayê disojim
ji paş gemiyên min ve
kêleka payizeke girtî
û zivistaneke şêlîbûyî
hebûna xwe bidest dixim
ezê devê hêsran ji bo pariyên vegerê vekim
nîvê hinek ji min
nîvê tevahiya min
sê ribê şeyna min
tonek ji kovanên min
lîtrek ji nalîna min
xeyda jinên rojhilatî digire
domahiya min berdayî ye
domahiya te yara min berdayî ye
em herdû mîna du kîvroşkên tirsok in
bi evînê dihelin
bi veyrûsa tunebûnê ketine
ti asîman nîne me bihewîne
ey keça min
em li ser sînor in
bi hev re sekinî ne
mîna du sikeyan
ji derveyî coxgrafiya nalînê
li ser hevdu hildibin
parçeyên hevdu parve dikin
guh nadin fûtiya bê
pêxwas di nav berfê de digerin
birûsk firtikên xwe me xwarin nade
xwe radestî latên şermbûnê nakin
tawûsên mezinahiya xwe digorînin
rikbera min
derbasgeh ji sedema tîrbûna xwîna me girtî ne
alî ji sedema xemgîniyê ketine teqnê
de bilez vegere
emê li pêlava xwe siwar bin
û bifirin
ji derveyê bajarên tozê
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
https://kombun.ahlamontada.com
 
bajarên tozê, Rêber Hebûn
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
» Li ser kenarên aramiyê, Rêber Hebûn

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
Kombûna Zanyarên Azad :: الفئة الأولى :: المنتدى الأول-
انتقل الى: